Parêzgarê Kerkûkê: Serkeftina Kobanê destpêka jinavbirina DAIŞ`e

kurdistani 04:39 PM - 2015-01-27
Parêzgarê Kerkûkê: Serkeftina Kobanê destpêka jinavbirina DAIŞ`e

Parêzgarê Kerkûkê: Serkeftina Kobanê destpêka jinavbirina DAIŞ`e

Parêzgarê Kerkûkê Dr.Necmedîn Kerîm îro sêşemê 27 / 1 / 2015`e ligel komîta ewlkeariyê ya Parêzgehê civiya, di civînê de rewşa ewlekariyê li parêzgehê û qehremaniya mezin ên hêzên pêşmerge di parastina xelkê Kerkûkê de nîşan didin hate gotebêj kirin.

Parêzgarê Kerkûkê da xuya kirin ku rewşa ewlakariyê li bajarê Kerkûkê û qeza Dibs û Daqoq başe û hêzên asayîşê û ewlekariyê ji bo parastina ewlekariyê, jiyana welatiyan û mal û sermalê welatiyan kedeke mezin didin, her wiha da xuya kirin ku dê we ri carî rê nedin ti hêzeke din li Kerkûkê bête avakirin.

Parêzgarê Kerkûkê her wiha di civînê de bal kişand ser bi serkeftina berxwedana bajarê Kobanê û hêzên Pêşmerge, şervanên YPG`ê û YPJ`e pîroz kirin û daxuya kirin sire hate rizgarkirina gund, bajar û bajarokên bi ser parêzgeha Nînewa ve ne.

Dr. Necmedîn tekez li ser wê yekê kir ku serkeftin ewe riya jinavbirina rêxistina terorê  DAIŞ`e û bi dawîkirina terorê ye, em li benda wê rojê ne dema qeza Hiwêca û deverên başûr û rojavayê Kerkûkê ji çeteyên DAIŞ bêne paqijkirin, her wiha êrişên balafirên hêzên hevpeymana navdewletî bi ser çeteyan de berz nirxand û di encamê de çekdarên rêxistina terorê gelek hatine lewaz û bê hêz kirin.

Parêzgarê Kerkûkê her wiha serkeftinên li parêzgeha Diyala li dijî çeteyên DAIŞ bi destketine pîroz kir û got: Divê em ji bo vegera koçberan bi hevkariya hêzên ewlekariyê kar bikin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

Balyozê Fînlandiyayê li Iraqê

Kurdistan 05:43 PM - 2024-04-16 Serok Bafil: Em girêdayî aramiya welat in

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket