Talebanî; Li Tirkiyê gotina Kurd û Kurdayetî qedexe bû

kurdistani 01:45 PM - 2015-01-26
.

.

Îro serê sibê roja duşemê 26-1-2015`an, li bajarê Hewlêrê, bi beşdarbûna hejmarek ji berpirsên hizbî û hikûmî, kongiryeke rojnamegerî hevbeş di navbera Tirkiye ûp Herêma Kurdeistanê de pêkhat.

Di wê kongireyê de, cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di gotara xwe de, got; Peywendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê dîrokî ne, lê mixabin rastî mgelek astengî û rêgirî û pirsgirêkên cur bi cur di gelek qonaxên wê de hatiye.

Talebanî aşkire kir ku wek bi bîra wî tê ku serok Mam Celal diçû bo Tirkiye û bi awayekî nihênî û bi dizî digel serokkomarê wê demê Turgot Ozel diciviye û dûr li çavên kamîrf û rojnamegeriyê û wê demê gotinên kurd û kurdayetî jî li Tirkiye qedexe bû. Ji ber wê yekê jî me nikarî wê demê wek van civînên îro ku em bi hevre dikin pêkbihaniya û peuwendiyên me bi Tirkiye re seresera bûn û girêdayî bi pirsa Partiya Karkerên Kurdistanê re bû, lê gelek alî û kesan hewildan ku van peywendiyên herdu aliyan bê wate bikin an jî pûç bikin, lê nikarîn û weke xwe man.

Pişt re hêdî hêdî ber bi pêngavên baştir çû û bi taybet ji aliyê aborî ve gelek şîrketên Tirkî li Herêma Kurdistanê çaxên xwe vekirin û di sala 2008`an de ji ber ku artêşa Tirkiye ketin nava axa Herêma Kurdistanê û li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê operasyon pêkanîn û ev jî bû bi sedema nerihetiya berpirsên Herêma Kurdistanê û xelkên Herêmê û careke din peywendî lawaz û aloz bûn.

Her weha careke din serok Mam Celal bi awayekî nihênî civîn bi hikûmeta Tirkiyê re lidarxistin û ew alozî serrast kir û ew alozî baştir kir û wa di roja me ya îro de, ew başbûna peywendiyan tê li ber çavan û gelek ji berpirsên peya bilind ên Tirkiye hatin serdana Herêma Kurdistanê û gelek ji yên Herêma Kurdistanê jî çûn bo serdana Tirkiyê.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket