Hevseroka HDP: Rêjeya dengê me %15 ye

kurdistani 06:37 PM - 2015-01-25
Hevseroka HDP:  Rêjeya dengê me %15 ye

Hevseroka HDP: Rêjeya dengê me %15 ye

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag bal kişand ser girîngiya hilbijartinên giştî û anî ziman ku herî kêm ew ê bi rêjeya ji sedî 15'an dengan werbigirin.

Fîgen Yuksekdag, li Nurnbergê ji bo hilbijartinên giştî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bal kişand ser girîngiya dengên bi mîlyonan karkêrn li Ewropayê û ji her kesî xwest, ku xwedî li dengên xwe derkevin.

Yuksekdag got: Li Rojhilata Navîn di bin navê DAIŞ'ê de, şerekî wekaletê yê ji bo ji nû ve dîzaynkirina herêmê tê meşandin û bi vê yekê re tê xwestin, gelên mazlûm ji holê bên rakirin. Di vî şerê li dijî çeteyên bê rehm de, bêguman şoreşger, demokrat û her kesên alîgirên mirovahiyê, nikarin bêhelwest bimînin."

Di dewama axaftina xwe de da zanîn ku lingên gelê Tirkiyeyê bi AKP û CHP'ê ve hatiye zincîrkirin û got, "Wezîfeya şikandina vê zincîrê, wezîfeya me ye. Em ê vê zincîrê biqetînin û jiyana azad û demokratîk a gelan ji nû ve biafirînin."

Li ser pirsa 'hûn dikarin bendê derbas bikin yan na' Yuksekdag got: "Me di hilbijartinên Serokkomariyê de benda hilbijartinê ya ji sedî dehan derbas kirin. Ji xwe pirsgirêka me ya bendê nîne. Rêjeya dengê gelên Tirkiyeyê bide me, herî kêm ji sedî 15 ye. Her wiha têkoşîna me bi tenê bi hilbijartinan ve girêdayî nîne, em ê hemû sînorên hatine xêzkirin, hemû bendan hilweşînin."

PUKmedia/ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket