Encumena nûneran derbarê Kerkûkê de biryarek girîng goftûgo kir

kurdistani 07:50 PM - 2015-01-24
Encumena nûneran derbarê Kerkûkê de biryarek girîng goftûgo kir

Encumena nûneran derbarê Kerkûkê de biryarek girîng goftûgo kir

Encumena nûneran a federal îro şemiyê 24 / 1 / 2015`e di civata xwe de, projeyesaya ji hevxistina biryarên Encumena Şoşerê ya rêjîma têk çûyî yên derbarê zaviyên û sermalên li parêzgeha Kerkûkê hatine destserkirin gotebêj kir û xwendina wê ya yekem birêve bir.

Endamê firaksyona Kesk di encumena nûneran de Bextiyar Çawîş ji PUKmedia yê re derbarê mijarê de ragihand ku: Encumena nûneran îro di civata xwe de projeyesaya ji hevxistina biryarên Encumena Şoreşê ya rêjîma têk çûyî derbarê desteserkirina zavî û sermalê welatiyên Kerkûkê hilgirt dest û goftûgo kir.

Her wiha da xuya kirin ku di civata encumena nûneran de ji ber ku hejmarek ji parlemanteran li hember ji hevxistina biryarên encumena Şoreşê ya rêjîma têk çûyî derketin û di demekê de ku firaksyonên Kurdistanê û Turkmenan piştgirî didan projeyesayê, gengeşeyekê rûda.

Û wiha pê de çû: Pişt re serokê encumenê pêşniyar kir xwendin berdewame û dengdan li ser bête kirin, biryar hate girtin ku xwendin bête berdewam kirin û projeyesa asyî birêve biçe.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket