Qubad Talebanî:Pêşmerge ji ber hemû cîhanê ve şerê terorê dikin

kurdistani 04:51 PM - 2015-01-24
Qubad Talebanî û  Boris Johnson

Qubad Talebanî û Boris Johnson

Roja înê 23 / 1 / 2015`e parêzgarê Londonê û cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê daktin bajarê Hewlêrê û serdana dokandarên bajêr kirin.

Cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û parêzgarê paytexta Birîtanya Londonê  Boris Johnson bi hevrêtiya her yek ji parêzgarê Hewlêrê, cîgirê berpirsê peywendiyên derve û konsolê giştî yê Birîtanya serdana Kelha Hewlêrê kirin, pişt re berê xwe dan bazara Hewlêr, Qeyseriya bazara Hewlêrê û bi ji bo vexwerina çayê li çayxaneya Meçko rûniştin, her wiha serdana dokandarên bazarê kirin û pirsa rewşa wan kirin.

Pişt re di kongireyek rojnamevanî ku ligel cîgirê serokê hikûmeta Kurdistanê Qubad Talebanî lidarxist, Parêzgarê Londonê ji ber pêşketin û geşpêdana li Herêma Kurdistanê rûda ye seyrbûna xwe diyar kir û da xuya kirin ku armanca wî ji serdana Herêma Kurdistanê ewe piştgirî bide Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî rêxistina terorê DAIŞ de.

Ji aliyekî din cîgirê serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê di kongira ronamedî bal kişand ser bi wê yekê ku Berîtanya di şerê li dijî terorê gelek alîkarî da Herêma Kurdustanê, her wiha diyar kir ku îro hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji ber hemû cîhanê ve şerê terorê dikin û divya nûnerekî Kurd li civîna Londonê ya li dijî terorê ye amadeba.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket