Şanda Îmralî naveroka hevdîtina bi Qendîlê re aşkira kir
kurdistani 09:33 AM - 2015-01-24Şanda HDP naveroka hevdîtina bi Qendîlê re aşkira kir
Piştî hevdîtinên bi serokê PKK Abdulah Ocalan li Îmraliyê û bi rayedarên hikûmeta Tirkiyê re şanda HDP`ê çûn Qendîlê û bi rayedarên KCK’ê re hevdîtin pêk anîn, şandê naveroka hevdîtina xwe bi rayedarên KCK’ê re daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Di daxuyaniya şanda Îmraliyê de hate gotin ku rayedarên KCK’ê di civînê de anîn ziman ku têkîldarî pêvajoya çareseriyê pêşnûmeya ku ji aliyê birêz Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin û dîyarkirina dîrokê esas girtine, hemû beşên tevgerê jî di vê mijarê de bi awayekî cidî hûr dibin ji heyeta me re ragihandin.
Şanda HDP ragihandiye ku: Rayedarên KCK’ê di civînê de diyar kirine ku hikûmeta AKP’ê hê jî bi awayekî cidî nêzîkî pêvajoya muzakereyê nabe û dîroka ji bo aştiya mayînde hatiye diyarkirin şelû dike, ji bo derbaskirina vê bêyî ku dem bê windakirin divê pêvajo bê lezkirin û hikûmeta AKP’ê ji pêkanînên pêvajoyê dixe zorê xwe dûr bixe.”
Di daxuyaniya şandê de hate destnîşankirin ku rayedarên KCK’ê di civînê de diyar kirine ku înfazkirina zarokan a li Cizîrê nayê qebûlkirin û li hemû herêmê operasyonên qirkirina siyasî bi binçavkirin û girtinan didome û ev yek bi tundî rexne kirine.
Di berdewama daxuyaniya şanda HDP`ê de ev tişt hatin gotin: “Di civînê de hate gotin ku weke KCK’ê li gel vê tabloya ku dide zorê jî hem daxuyaniyên ku didin hem jî bi nêzîkatiya xwe li gorî berpirsyariya pêvajoya muzakereyê nêzîk dibin, heman berpirsyarî ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve nayê nîşandan. Di civînê de hate gotin ku divê hikûmeta AKP’ê dev ji polîtîkayên xeter ên ku pêvajoyê dixe zorê berde û gavên demokratîkbûnê yên pêvajoya muzakereyê xurt dike biavêje.”
Heyetê da diyarkirin ku dîsa di civînê de hatiye gotin ku li Şengal û Kobanê berxwedana ku bi pêşengiya YPG, HPG, YBŞ û YPJ’ê ve tê pêşxistin hatiye merhaleyeke girîng û di serî de gelê Kurd hemû gelên li herêmê ev pêşketînên dîrokî bi baldarî tê şopandin.
Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Di civînê de hate gotin ku bi taybetî Tirkiye di mijara Kobanê de di polîtîkaya neçareseriyê de israr dike, korîdora mirovî ya ku daxwazeke bingehîn e hê jî nehatiye bersivandin û ev yek wê xetereyeke çawa re rê veke hatiye ziman. Têkîlên heyeta me ya di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de dê rojên pêş de jî bidome.”
PUKmedia/ANF
hewal ziyatr
-
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23 -
Silêmanî… Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
10:45 AM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
Kurdistan 09:45 AM - 2024-04-24 -
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24