Lêkolînek: Ji sala 1880 ve 2014`e sala herî germ bû

kurdistani 05:33 PM - 2015-01-17
Lêkolînek: Ji sala 1880 ve 2014`e sala herî germ bû

Lêkolînek: Ji sala 1880 ve 2014`e sala herî germ bû

Du lêkolînên serbixwe yên zanyarî li Emerîka ku roja înê hatin belav kirin tê de hate ragihandin ku ji sala 1880î ve, 2014 sala herî germ bû li cîhanê.

Zanyarên ajansa asmanî ya Emerîkî (NASA) di lêkolînê de jibo Enstituya Goddard ya Lêkolînên Esmanî de li New Yorkê, dibêjin ku rêjeya germahiyê sala 2014, 14.68 li ser pîvana selsyus bû. Ev jî bi 1.22 dereceyan ji rêjeya sedsala 20 bêtir bû.

Ji aliyê xwe ve, Rêvebiriya Niştimanî ya Okyanosî û Atmosferî gihişt encamekê ku rêjeya bilindbûna germahiyê 14-52 dereceyên selsyus bû.

Wezîrê Derve yê Emerîka John Kerry jî duh înê got ku: Tişta balkeş her kes mat maye ku 2014 sala herî germ bû. Wî got, ev bûye demeke gelekî dirêj ku zanist behsa vê yekê dike.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket