8 terorîstên rêxistina DAIŞê di êrişekê de, hatin kuştin

kurdistani 10:06 AM - 2015-01-14
8 terorîstên rêxistina DAIŞê di êrişekê de, hatin kuştin

8 terorîstên rêxistina DAIŞê di êrişekê de, hatin kuştin

Li bajarê Kobanê 8 terorîstên rêxistina DAIŞê di êrişekê de, hatin kuştin.
Rawengeha Mafên Mirovan ya Sûrî ragihand ku duhî roja sêşemê 13-1-2015`an li bajarê Kobanê di dema êrişeke jinîşkeva li dijî hêzên Kurdî ji aliyê çekdarên DAIŞê ve pêkhatiye de, 8 terorîst hatine kuştin.

Her weha Rewangea Mafên Mirovan ya Sûrî ji jêderên bawerpêkirî dide xuyakirin ku duhî çekdarên terorîst yên ser bi rêxistina bi nav Dewleta Îslamî ya li Êraq û Şamê êrişeke mezin li dijî aliyên rojhilata çarkoşeya Ewlehiyê û navçeya Suk El-Halê kirin, ev yek di demekê de ye ku hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di pêşketinên meydanî de ne li dijî DAIŞê.

Her weha di heman demê de, hêzên hevpeymanên navnetewî dest bi êrişên ezmanê li dijî cih û bingehên terorîstan kirin û 3 caran ew cih bombebaran û qazsan baran kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket