Ayşe Efendî serdana kampa Barîkeyê Penaberên Rojavayê dike

kurdistani 06:49 PM - 2015-01-12
Ayşe Efendî serdana kampa Barîkeyê Penaberên Rojavayê dike

Ayşe Efendî serdana kampa Barîkeyê Penaberên Rojavayê dike

Hevseroka Dîwana Kantona Kobanê Ayşe Efendî serdana kampa Barîkeyê Penaberên Rojavayê dike.

Sibê roja sêşemê, 13-1-2015`an, xanima Kurd ya Rojavayê Kurdistanê û Hevseroka Dîwana Kantona Kobanê Ayşe Efendî ji bo şopandina rewşa penaberên Rojavayê Kurdistanê, wê serdana kampa Erbet û Barîkeyê bike.

Di wê barê de, berpirsa Yekîtiya Star ya li Herêma Kurdistanê Nûjîn Yusdif ji PUKmedia`yê re ragihand ku wê sibê roja sêşemê demjimêr 1-30 Hevseroka Dîwana Kantona Kobanê  Ayşe Efendî serdana kampa penaberan ya Barîkeyê bike û wê piştre jî daxuyaniyekî di barê rewşa penaberan û rewşa siyasî û koçberî ya li Kobanê ji raya giştî û raghandina Kurdî re aşkire bike.

Yusif dazanîn ku ew weke rêxistina Yekîtiya Star li Silêmaniyê ji tevahiya kenalên ragihandina Kurdî daxwaz dikin ku sibê piştî demjimêr 1-30 li kampa Barîke ya penaberên Rojavayê Kurdistanê amadebibin tako daxuyaniya Xanima Kurd Ayşe Efendî bişopînin û biweşînin.

Xebatkara siyasî ya Kurd Ayşe Efendî ku bi hevjîna serokê PYD`ê Salih Muslim û dayîka şehîd Şervan, tê naskirin, ji bo xelata şehîd Sakîne Cansiz ji Kobanê bo ahenga salvegera duyemîn ya şehîdkirina hersê jinên Kurd li Parîsê paytexta Firanseyê hatibûn şehîdkirin, her weha di roja înê 9-1-2015`an de, Efendî beşdarî ahanga xelatrkirinê bû, piştî pêşkêşkirina gotara xwe li ser rewşa dawî li Kobanê û Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê Tevgera Jina Azadîxwaza Kurdistanê ve hat xelat kirin.

PUKmedia-Hozan Efrînî

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket