YPG`ê li Kobanê pêşketinan tomar dike

kurdistani 05:52 PM - 2015-01-12
YPG`ê li Kobanê pêşketinan tomar dike

YPG`ê li Kobanê pêşketinan tomar dike

YPG’ê diyarkirku êrîşên şervanên wan yên li hemberî çeteyên DAIŞ berdewamin û di encama bomberdumana balafirên şer yên ser hêzên hevpyemanî de gelek çete hatine kuştin.

Navenda ragihandina YPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî şer û pevçûnên dinava 24 saetan de li Kobanê qewimî ragihand. YPG’ê got êrîşên çeteyên DAIŞ yên bi armanca dagirkirina Kobanê de di roja 118.an de berdewam dike û wiha hat gotin: “Şevê din di navbera şervanên me yên YPG/YPJ û komên çeteyan de pevçunên dem kurt pêkhatin. Di pevçunên nêzîkî Serince Avê de 2 çete û li herêma Mekteba Reş jî 6 çete hatin kuştin.”

YPG’ê di daxuyaniya xwe de balkêşa li ser bombardumana balafirên şer yên li ser hêzên hevpyamanê jî û wiha got: “Hêzên hevpyemanî yên li dijî DAIŞ’ê ku piştgirî didin berxwedana şervanên me yên YPG/YPJ’ê şevê din êrîşên ezmanî yên bi bandor pêkanîn. Di encama êrîşên ezmanî de hêjmarek zêde çete hatine kuştin, lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehatiye zelalkirin.”

Herwiha YPG’ê got şevê din şervanên wan yên YPG/YPJ’ê li nêzikî gundê Tiwêna ya giredayî Hesekê li hember komên çeteyan çalakiyek li darxistine û di encama de 4 çeteyên DAIŞ hatin kuştin.

Herî dawî YPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Komên çeteyan doh di nava Hasekê de hewldan bi wesaîtek bombebarkirî êrîşek li darbixin. Hêzên me mûdexaleyê çeteyan kirin û beriya wesaît bigihê çeperên hêzên me tevî 2 çeteyên di nav de hat teqandin.”

PUKmedia-Rojnews

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket