John McCain: Me nekarî em DAIŞ ji Kobanê derxînin

kurdistani 10:25 AM - 2015-01-12
John McCain: Me nekarî em DAIŞ ji Kobanê derxînin

John McCain: Me nekarî em DAIŞ ji Kobanê derxînin

Sînatorê emerîkî John McCain ragihand ku serokê rêxistina dewleta îslamî li Êraq û Şamê (DAIŞ`ê) Ebo Bekir Bexdadî dema serbest hate berdan gotibû" Emê we li New Yorkê bibînin", henek nedikir.

John McCain di hevpeyvînekê li gel CNN got: Guhnedana serokê Emerîka ji rawêjkarên xwe re bo hêştina hezekê li Êraqê û ne biçekirina artêşa sûrî ya azad û hin biryarên dine hêşt ku rêxistina DAIŞ`ê derkeve hole.

John McCain got: Em niha li hemberî yek ji rêxistinên herî tundrew a xîlafetê ne û tu stratejiyek me bo şerê li dijî mezinbûna vê rêxistinê û tunekirina wê tune ye. Ev çend mehin her çiqas êrişên asmanî tên encam danê jî me nekarî em DAIŞ ji Kobanê derxînin.

Teqez li ser wwê yekê jî kir û got: Div ê demê de DAIŞ biserdikeve û divê em li pey wan bin û pêwîstî bi destêwerdana bejahî heye li sûriyê û Êraqê. Her weha pêwîste artêşa Sûrî ya Azad bê biçekirinê û navçeyekî dijî firînê bê ava kirin.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket