YPG: Li Kobanê 27 çete hatin kuştin

kurdistani 03:42 PM - 2015-01-11
Şervanekî YPG`ê li Kobanê

Şervanekî YPG`ê li Kobanê

Hêzên YPG/YPJ'ê yên li Kobanê serdestiya xwe diparêzin, di nava bajêr de bi pêş de diçin. Di operasyoneke berfireh a li derdora Serincê avê de 2 kolanên din ji çeteyan hatin paqijkirin û 27 çete hatin kuştin. Li Hesekê jî çeteyekî DAIŞ'ê di encama çalakiya şervanên YPG/YPJ'ê de hat kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, berxwedan û operasyonên YPG/YPJ'ê yên li Kobanê, di roja 118'an de bi pevçûnên dijwar dewam kir.

Navendê ragihand ku hêzên YPG/YPJ'ê li hember çeteyan serdestiya xwe diparezin û di nava bajêr de bi pêş de diçin.

Der barê encamên pevçûnên roja 118. de Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê ev agahî bi raya giştî re parve kir:

"Şervanên me yên YPG/YPJ şevê din li eniya başûrrojhilat li hember hin nuqteyên çeteyan dagirkiribûn operasyonek lidar xistin. Di operasyona ku nuqteyên çeteyan ên li rojhilat û başûrê Serincê Avê hedef hatin girtin de çeteyan windahiyên giran dan. Hêzên me li vê qadê 2 kolanên din ji çeteyan rizgar kirin.

Bi qasî ku hatiye zelalkirin li vê qadê 27 çete hatine kuştin. Hêzên me tevî 7 termên çeteyan dest danîn li ser 21 kleş, 67 şarjorên kleşê û 16.840 fîşekên wê, 2 BKC û 7.000 fîşekên wê, 1 roketavêja B7 û 4 guleyên wê, 2.600 fîşekên AKC, 628 fîşekên doçka 12,5, 148 fîşekên doçka 23, 74 fîşekên 14,5, 20 fîşekên G3, 61 guleyên hawana 60 mm, 5 guleyên hawana 82 mm, 3 guleyên topa 57, 18 bombeyên destan, 12 rext, 2 êlekên ji pola, 1 êleka çalakvanên xwekuj û 1 bêtel."

LI HESEKÊ ÇETEYEK HAT KUŞTIN

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê her wiha ragihand ku îro saet di 09.00'an de şervanên YPG/YPJ li nêzî gundê Tiwêna ê ser bi Hesekê li hemberî çeteyan çalakiyek lidar xistine. Navendê diyar kir ku di çalakiyê de çeteyek hatiye kuştin.

PUKmedia-ANF

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket