Kobanê: 25 terorîstên DAIŞ hatine kuştin

kurdistani 11:34 AM - 2015-01-10
Kobanê: 25 terorîstên DAIŞ hatine kuştin

Kobanê: 25 terorîstên DAIŞ hatine kuştin

Hêzên YPG û YPJ bi piştevaniya hêzên pêşmerge êrişek mezin ya terorîstên DAIŞ li rojhilata Kobanê şikandin û hêzên Volkana Firat jî çend rêyan control dikin.

Çalakvanê siyasî Adil Ebas ji PUKmedia`yê re ragihand: Terorîstên DAIŞ ji qola rojhilata ve bi hêzekî mezin êrişî hêzên YPG û YPJ kirine û bi çekên giran jî êrişî navba bajarê Kobanê kirine lê belê hêzên YPG û YPJ bi tundî bersiva wan êrişan dane û ziyanek mezin gîhandine wan.

Adil Ebas got: Zêdetir li 12 terorîstên DAIŞ di wî şerî de hatine kuştinê û bombardumana hêzên Pêşmerge û balafirên şer ên hevpeymanan ziyanek mezin gîhandine terorîstên DAIŞ`ê.

Diyar jî kir ku hêzên Volkan Firatê jî karîne çend rêyekê li Rojava û başûrê Kobanê control bikin û 13 terorîstên DAIŞ bikujin.

Wî çalakvanî behsa wê yekê jî kir ku terorîstên DAIŞ morale wan ketiye û hêzên hevbeş ên Kobanê jî di paqijkirina tevahiya taxên basjarê Kobanê de berdewamin û di demek nêzîk de dê tevahiya bajêr ji terorîstan pak bikin û wê Kobanê serkeftina xwe ya mezin rabighîne.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket