YPG`ê: Li Kobanê û Cizîrê 7 terorîstên DAIŞ kuştin

kurdistani 06:48 PM - 2015-01-09
YPG: Li Kobanê û Cizîrê 7 terorîstên DAIŞ kuştin

YPG: Li Kobanê û Cizîrê 7 terorîstên DAIŞ kuştin

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê encamên berxwedana Kobanê û Cizîrê yên 24 demjimêrn  dawî de, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku berxwedana Hêzên YPG’ê di roja 116’an de li bajarê Kobanê berdewam e. Her wiha hate gotin ku li Kobanê 2 çete û li Cizîrê jî 5 çete hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de derbarê berxwedana hêzên YPG’ê li bajarê Kobanê de wiha hate gotin: “Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê bi armanca dagirkirina Kobanê di roja 116'an de dewam dike.

Şevê din hêzên me li hemberî komên çeteyan a li devera dibistana Reş ku li eniya rojhilat xwe cih kiribûn çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de 2 kuştiya çeteyan hatin tespîtkirin.

Îro jî di demjimêrên sibê de li heman deverê û û derdora Sarinca Avê di navbera hêzên me û komên çeteyan de pevçunên demkî hatiye jiyankirin. Di van pevçûnan de jî hejmara kuştî û birîndara çeteyan nehatiye zelal kirin.

Di daxuyaniyê de her wiha derbarê berxwedana şervanên YPG’ê li herêma Cizîrê jî wiha hate destnîşankirin: “Şervanên me yên YPG/YPJ li nêzî gundê Rêhaniyê yê ku 25km dikeve başûrê bajarê Serêkaniyê li hember komên çeteyan çalakiyek li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de jî tirimpêleke çeteyan hate rûxandin. Her wiha 3 çete jî li heman deverê hatin kuştin.

Her wiha li nêzî gundê Tiwêna yê girêdayî bajarê Hesekê jî şervanên YPG’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyek li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de jî 2 çete hatine kuştin.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket