Pêşmege li Kobanê DAIŞ bi mûşekan bombebaran kirin

kurdistani 06:41 PM - 2015-01-09
Pêşmege li Kobanê DAIŞ bi mûşekan bombebaran kirin

Pêşmege li Kobanê DAIŞ bi mûşekan bombebaran kirin

Jêdreke berpris ji bajarê Kobanê  daxuyakirin ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê îro înê baragehên rêxistinaterorê DAIŞ li Kobanê bi mûşekên Katyoşa bomberan kirin, her wiha balafirênhevpeymanan navdewlet jî baregeh û çeperên DAIŞ li Kobanê bombarduman kirin.

Jêdarê ragihand ku hêzên pêşmerge li bajarê Kobanê eniyên rojhilat û başûr ji bajar da ber mûşkên Karyoşa, di demkê de ku ji aliyê xwe ve balafirên hêzên hevpeymana navdewletî sê êriş ser bi baregeh û çeperên DAIŞ de li Kobanê encam dan, jêdarê derbarê hejmara ziyanên DAIŞ ti agahî nedan û da xuya kirin ku div ê derbarê ti zanyarî bi dest neketine.

Ji aliyekî dine jêdeke cuda ji welatî net re da xuya kirin ku hêza siyem ji hêzên pêşmerge ku ji 150 pêşmerge pêk tê wê di demeke nêz de bighêje bajarê Kobanê û dibe ku ev hêz a dawî û bi vê yekê balkişand ser bi wê yekê ku dibe bajarê Kobanê di demeke nêz de bête rizgar kirin.

Her wiha da xuya kirin ku divya hêza siyem a pêşmerge di demeke zûtir de bighêşta Kobanê lê ji ber kirarên bi Tirkiyê û Herêma Kurdistanê ve girêdayî ne rêkirina hêzê dereng maye.

PUKmedia 

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket