Li Kobanê 8 terorîst hatin kuştin

kurdistani 02:14 PM - 2015-01-08
Li Kobanê 8 terorîst hatin kuştin

Li Kobanê 8 terorîst hatin kuştin

Li bajarê Kobanê di navbera Hêzên YPG’ê û terorîstên DAIŞ’ê de şer û pevçûn rû dane û di wî şerî de 8 terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin.

Li gor nûçeya ajansa Hawarnewsê, şeva borî li bajarê Kobanê di navbera şervanê YPG’ê û terorîstên DAIŞ’ê li derdora kaşê Miştenûr a ku dikeve eniya başûrê Kobanê pevçûnan rû dan. Di van pevçûnên ku seatekê dom kir de 6 kuştiyên çeteyan hatin tesbît kirin.

Li taxa Kaniya Kurdan jî  ya ku dikeve eniya rojhilatî bajêr şervanên YPG’ê çalakiyek li dar xistin. di encama vê çalakiyê de 2 çete hatin kuştin.

Her îro 8/1/2015`an di demjimêrên sibehê de jî terorîstên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîşî eniya başûrrojhilat kirin. Ev êrîş ji aliyê şervanên YPG ve hatin şikandin.

PUKmedia/ANHA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket