Sernivîskarê “Charlie Hebdo”: Ez îro Kurdim
kurdistani 10:51 AM - 2015-01-08Sernivîskarê “Charlie Hebdo”: Ez îro Kurdim
Stevan Charb, sernivîskarê rojnameya Fransî ku duh 7/1/2015 di êrişekê de li ser avahiya wê 12 kes hatin kuştin û 11 jî birîndar bibûn sala borî di gotareke xwe de nivîsbû ku ew jî êdî her tiştî bi kurdî dijî.
Sernivîskarê Charlie Hebdo “Steven Cahrb” weha nivîsiye: “Ez ne Kurdim, Ez nikarim bi kurdî biaxivim navê nivîskarekî Kurd jî nizanim, tiştekî li ser dîroka kurdî jî nizanim, keltora Kurdî jibo min namo ye.”
Di berdewamiya gotara xwe de Charb gotiye: “Lê îro ji nişkêve îlham (Sirûş) hatiye min, Ez bi Kurdî difikirim. Bi Kurdî diaxivim, bi kurdî xwarinê dixwim, bi Kurdî stranan dibêjim û bi kurdî jî digrîm. Ez îro hest dikim ku ez Kurdim.”
Birêvebirê rojnameya “Charlie Hebdo” di gotara xwe a bi navnîşana (Kurd berevanî li me hemuyan dikin) de ku di 22/10/2014 `an de nivîsiye weha gotiye: Ew Kurdên ku li Sûriyê hatine dorpêç kirin tenê Kurd nînin, belku ew mirovin ku li beramberî hêzên reş şer dikine ew jiyana xwe diparêzin, malbatên xwe diparêzin welatê xwe diparêzin. Em bixwazin yan nexwazin ew take astengin li pêşiya pêşveçûna dewleta îslamî.
Li dawiya gotara xwe de jî nivîsiye: Ew me hemûyan diparêzin neku tenê li beramberî DAIŞ belku li hemberî hovanetirîn hêz.
Li bajarê Parîs paytexta Firansa duh roja çarşemê 7/ 1/ 2015`e êrişke terorê bi ser bi navenda rojnameya (Charlie Hebdo) rûda, di encamê de 9 jê rojnamevan û sê jê polîs 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.
PUKmedia/Xoşnaf Husên
hewal ziyatr
-
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23 -
Serfermandarê hêzên Alman serdana aramgeha Serok Mam Celal kir
12:49 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
Kurdistan 01:51 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
Kurdistan 02:16 PM - 2024-04-24 -
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
Kurdistan 05:53 PM - 2024-04-24 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25