Keneda, hawara Kobanê û Şengalê dibihîse

kurdistani 07:18 PM - 2015-01-07
Keneda: Hawara Kobanê û Şengalê dibihîse

Keneda: Hawara Kobanê û Şengalê dibihîse

Bi bona hatina sere sala nû, roja 4/1/2015 li hola Sîder Rîç li bajarê Torontoyê ya Keneda bi amdebûna hejmarekî berbiçav ên kurdistaniyan û huner dostên biyanî pêşangeha hevbeş ya 4 hunermendên şêwekar û wênegir li jêr nasnameya Şownasname hate vekirin.

Pêşangeha şownasname ya hunermendên hemdem (Xedîce Bekir, Dara Aram, Fethî Kerkeçalî, hindrîn) ku her yek ji wan ji parçeyekî Kurdistanê ye karîn proje û êş , berxwedana welatê xwe bi rêya tabloyên xwe nîşan bidin û dîlan û stranên Kurdî nîşanî xelkê biyanî û hunerdostan bidin.

Welatiyekî Kenedî bi navê Dêvid Wodro ji PUKmedia`yê re derbarê pêşangehê ragihand: Ez gelekî şanaziyê bi kurd dikim dema ku ez di kanalan de dibînim pêşmerge parastina li axa xwe dikin.

Dara Aram, hunermendê şêwekar jidayîkbûyê Başûrê Kurdistanê ye û bi tabloyên xwe beşdarî pêşangehê kiriye.

Xedîce Bekir, xelka Rojavayê Kurdistanê ye û akinciya bajarê Montryal a Kenedayê ye û bi karên vîdyoyî û deng behsa êşa Kobanê kiriye.

Fehî Kerkeçalî jî dayîkbûyê Bakûrê kurdistanê ye û weku dansvanekî profîşonal hawara Laleşa Şengalê û şêrên Kobanê bi awazên Kurdî pêşangeh xemiland.

Hindrîn Çalak jî ku xelka Rojhilata kurdistanê bi wêneyên ku dig era xwe a li kurdistanê de kişandibûn beşdarî pêşangehê kiriye û xwaza û rewşa civakî a gelê Kurd nîşan daye.

PUKmedia/Osman Elî - Toronto

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket