Berdevkê YPG: Em`ê mizgîniya rizgarkirina Kobanê demeke nêz de bidin
kurdistani 03:53 PM - 2015-01-07YPG: Em`ê mizgîniya rizgarkirina Kobanê demeke nêz de bidin
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Şoreş Hesen derbarê êrîşên çeteyan ên dema dawî de daxuyaniyek da û bîlancoya şer eşkere kir.
Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Şoreş Hesen derbarê êrîşên çeteyan de daxuyaniyek da û diyar kir ku li hember operesiyona rizgarkirina bajarê kobanê ya ku zêdetirî mehekê ji aliye hêzên YPG’ê ve hatiye destpêkirin, du êrîşên herî dijwar pêk hatin. Êrîşa yekem di roja 28’ê kanûna 2014’an de û ya duyem di 6’ê çileya 2015’an de, bûn. Lê ev êrîşên han bi temamî binketin û nigihîştin armanca xwe ya sekinandina operesiyona rizgarkirinê û em mizgîniya pêşveçûna rizgarkirina bajarê kobanê ji gelê xwe re ragdihînin.
Derbarê êrîşa çeteyan a roja 6’ê çileya 2015’an de Hesen axivî û wiha got: “Ev êrîş hewldana çeteyan a dawiyê ya xwebicihkirina di bajarê kobanê de bû. Çeteyan beriya niha bi gelek rêbazan hewldan êrîş bikin çi ji kolandina xendeqan û ji xwederbaskirinê ve, lê ev êrîş han bi şêwazekî nû pêk hat, çeteyan xwestin bi riya maşîneke zirxî li piş eniya me bizîvirin. Helbet şervanên YPG’ê weke her car amadebûn û ew giropa taybet a çeteyan xistin kemîneke dijwar,û bê ku şervanên YPG ê tu bedelên giran bidin ew çete bi tevahî hatin kuştin. Her wiha di heman seatê de êrîşên ku li ser dibistana Reş, taxên Miştenûr û çargoşeya ewlekariyê pêk hatin, bi temamî hatin şikandin û çete bi awayekî binkeftî bi paş de vegeriyan, û di encamnaya şerê ku ji seat 5’ê sibehê heta seatên êvarê qewimî bû de , zêdetirî 60 çeteyan hat kuştin jê 38 cenaze yê ku di dest me de û yê ku di bin serweriya geleyên şervanan de ye, hene. Her wiha 15 çekên kilaşînkof û gelek belgên şer hatin bidest xistin, erebeya BMB a zirxî ku giropa duyem a çeteyan tê bû û dixwastin weke giropa yekem derbasî paş eniya me bibin, bi temamî hat ruxandin, û gelek alavên leşkerî ku li dûrî eniyê dihatin bi karanînin weke çeka hawan, doşka 23ê, du erebeyên ku ji bo veguheztina cebilxanê dihatin bikaranînin, hatin ruxandin.
Hesen di dawamiya axaftina xwe de diyar kir ku di encama şer de, 9 şervanên YPG ê û YPJ ku xwedî roleke serke di şikandina êrîşan de bûn bi qehremanî li berxwe dan û gihîştin asta şehadetê, her wiha 15 jî birîndar bûn, û rewşa wan base.
Berdevkê yekîneyên parastina gel YPG ê Şoreş Hesen di dawiyê de axivî û got armanca van êrîşan rawestandina operesiyona rozgarkirinê ye, lê em teqez dikin ku operesiyona rizgarkirinê dê heta derxistina çeteyê dawiyê ji herêma kobanê, berdewam bike, ji bo rizgarkirina bajarê kobanê me gelek bedelên giran dan û em amadene hîna jî bidin, ev jî soza Yekîneyên Parastina Gele ji her kesî re ye.
PUKmedia / ANHA
hewal ziyatr
-
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
09:56 PM - 2024-04-25 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
01:41 PM - 2024-04-25 -
Qubad Talebanî: Her rojek bîranîna tawanekê ye
05:53 PM - 2024-04-24 -
Serok Bafil beşdarî merasîma cenazeyê rêheval Elî Şemar dibe
07:47 PM - 2024-04-23
zêdetir tamaşe bike
Serok Bafil: Yekîtî berdewame ji bo qerebûkirin û xizmetkirina xelkê Qeladizê
02:16 PM - 2024-04-24
Amerîka: Rewşa azadî û mafên mirovan ber bi paşvebûnê ve diçin
01:51 PM - 2024-04-24
50 Sal bi ser bombebarankirina Qeledizê û Zanîngeha Silêmanî re derbas bû
09:45 AM - 2024-04-24
Merasîma xelata zêrîn a Bile birêve diçe
05:11 PM - 2024-04-23
zortrin xwendraw
-
Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24 -
Komisyonê berdewambûna amadekariyên bo hilbijartinan piştrast dike
Kurdistan 01:41 PM - 2024-04-25 -
Şalaw Kosret Resûl: Divê xizmeta herî baş bê pêşkêşkirin
Kurdistan 09:56 PM - 2024-04-25