Polîsê Tirk 11 endamên HDP`ê binçav kirin

kurdistani 03:40 PM - 2015-01-06
Polîsê  Tirk 11 endamên HDP`ê binçav kirin

Polîsê Tirk 11 endamên HDP`ê binçav kirin

Polîstên Tirk 4 jê şaredar 11 endamên Partiya Demokrasiya Gelan HDP`ê li Qiziltepe û Êlihê binçav kirin.

Endamên HDP`ê bi navê ku propaxandaya PKK`ê dikin hatin destgirî kiri , ji aliyekî din ve saziyên ragihandinê diyar kirin ku serokên şaredariyan serbest hatine berdan.

Dadgehê derheqê hejmarek ji endamên HDP`ê yên ji azadiya Rêberê PKK`ê Abdulah Ocalan îmze kom dikirin, di bin navê ku prpaxandaya  PKK`ê dikin, bi pêşnûmeyekê biryara giritina wan da.

Li ser hîma vê yekê li bajarê Qiziltepe ya ser bi parêzgaha Mêrdînê ve ye herdu hevserokên şaredariyê Îsmaîl Asî û Leyla Selman hatine binçavkirin.

Nivîsgeha ragihandinê ya şaredariya Qiziltepe, bi kaxezekê bang li welatiyan kiribû ku piştîgirî bidin kampanya azadiya Ocalan, polîsên Tirk ji aliyê xwe ve diyar kirin ku ev kampanya ne yesayî ye û destur wernegirtiye, ji ber vê çendê herdu hevşaredar girtin û ji lêpirsînê ligel bikin bin çav kirin.

Li gorî hate ragihandin piştî polîs lêpirsîn ligel herdu hevşaredaran kir, ew serbest berdan.

PUKmedia / Ajans

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket