Li Mûşê ya Bakurê Kurdistanê 200 rêk hatin girtin

kurdistani 01:48 PM - 2015-01-06
Li Mûşê ya  Bakurê Kurdistanê 200 rêk hatin girtin

Li Mûşê ya Bakurê Kurdistanê 200 rêk hatin girtin

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, bi awayekî pir bihêz befir dibare û rê û hatûçûn ketiye rewşeke awarte û li gelek deveran hatûçûn hatiye rawestasndin.

Her weha li parêzgeha Mûşê ji ber barandina befrê bi awayekî bihêz, rê û cih tev hatin girtin. Lê heya niha jî befir bi şêwazeke bihêz berdewame û hikûmetê ti çare ji wê yekê re nedîtiye ku çawa wê di demeke kin de rêkê li ber gihîştina xizmetgûzariyê ji wan gundan re veke.
Li gorî nûçeyan ku tenê li bajarê Mûşê ya Bakurê Kurdistanê 200 rêkên gund û bajarokên Mûşê hatine daxistin û hîn jî befir bi hêz dibare.

Li gorî zanyariyên hatine weşandin ku nêzîkî 65 gunên Mûşê bi tevayî ji ber berfê hatine girtin û 93 jî di navneda bajêr de hatine girtin û 20 jî li Tîlî û 10 jî li Kopî û 12 jî li gundên Melazgirtê hatine girtin û hatin û çûndin tuneye

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket