YPG ji kontrolkirina Miştenûrê nêzîk bûne

kurdistani 12:10 PM - 2015-01-05
YPG ji kontrolkirina Miştenûrê nêzîk bûne

YPG ji kontrolkirina Miştenûrê nêzîk bûne

Şer û pevçûn li rojavayê bajarê Kobanê li ser girê Miştenûrê berdewame û şervanên YPG/YPJ dewrûberê Miştenûrê ji terorîstan paqijkirine û di demek nêzîk de ewê bixin jêr kontrola xwe.

Jêderekê agahdar li bajarê Kobanê ji PUKmeddia`yê re ragihand ku, hêzên pêşmerge ên Kurdistanê bi dijwarî girê miştenûrê topbaran dikin û şervanên YPG /YPJ ji çend qolan ve terorîstên DAIŞ dorpêç kirine û ji kontrolkirina wan cihan nêzîk bûne.

Wê jêderê got: heya niha termên 8 terorîstên DAIŞ li meydana şer de li ber destê hêzên YPG û YPJ de ne û morale terorîstan ruxaye.

Heman jêderê diyar kir ku di heman demê de balafirên şer ên hevpeymanan jî pênc caran bombardumana girên Miştenûrê kiriye.

Amaje bi wê yekê jî kiriye ku hejmarek zor ji terorîstên DAIŞ`ê piştî şikandina wan ji çend qolan ve berve axa Tirkiyê ve reviyane lê ew hejmara terorîstên ku li ser girê Miştenûrê ne derfeta reva wan nemaye.

PUKmedia/Saman Yareweys

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket