Parlemanterê HDP jiyana xwe ji dest da

kurdistani 09:17 AM - 2015-01-05
Parlemanterê HDP jiyana xwe ji dest da

Parlemanterê HDP jiyana xwe ji dest da

Parlamenterê Partiya Demokrasiya Gelan (HDP)’ê yê bajarê Edenê Murad Bozlak ê li Enqerê di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da.

Ragihandina HDP bi daxuyaniyekê belav kiriye ku, serokê giştî yê berê yê HADEP’ê û parlamenterê HDP`ê yê bajarê Edenê, Murad Bozlak ku demeke dirêje tedawiya kanserê didît, roja 4/1/2015 bi şev li nexweşxaneya Guven a Enqereyê jiyana xwe ji dest daye.

Murad Bozlak di 30’ê Kanûna 1952'yan de li gundê Aktaş ê girêdayî Şereflîkoçhîsar a Enqereyê ji dayik bû, Bozlak endamtiya Damezrîner a SODEP, SHP, Partiya Kedê ya Gel (HEP), Partiya Demokrasî (DEP); Endamtiya Damezrîner û Serokatiya Giştî ya Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP)’ê kir.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket