Li Kobanê YPG`ê kuştina 13 DAIŞI`yan ragihand

kurdistani 08:37 PM - 2015-01-04
Li Kobanê YPG`ê kuştina 13 DAIŞIyan ragihand

Li Kobanê YPG`ê kuştina 13 DAIŞIyan ragihand

Li Kobanê, Navenda Ragihandina YPG`ê, kuştina 13 DAIŞI`yan ragihand.

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Parastina Gel (YPG), di heyama şer û pevçûnên di navbera hêzên wan û çekdarên terorîst yên DAIŞê ya 24 demjimêran de, kuştina 13 çekdarên DAIŞê ragihand.

Li gor navenda ragihandina YPG`ê ku wêneyek bi dest PUKmedia`Yê ketiye ku tê de, dide zanîn ku ew şer û pevçûnên di navbera çekdarên terorîstên DAIŞê û hêzên wan de, pir berfereh bûne û bi taybetî li eniya rojhilatê Kobanê ku li wir dikarîn 6 terorîstên DAIŞê bikujin.

Di wê weşanê de hatiye ragihandin ku li eniya bakur-rojhilatê Kobanê, hêzên wan proseyek darijtin û di encamê de, 5 çekdarên terorîstên DAI9Şê kuştine û hîn jî berdewam in.

Di dawiya wê belavokê de hatiye bi bîrxistin ku li eniya başûrê Kobanê jî li Girê Meştenûrê 2 DAIŞ kuştine û dest dane ser bi hejmareke mezin ji çek û teqemeniyan û pêdewîstiyên leşkerî.

PUKmedia

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket