Dirêjtirîn peyayê cîhanê serdana Silêmaniyê kir

Peyayê herî dirêj li Êraq û Asyayê duh roja înê serdana Silêmaniyê kiribû.

Dirêjtirîn peyayê Asyayê û duyemîn yê cîhanê serdana bajarê Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê kir û di nava bazarê de geriye û bû cihê sirinckişandina xelkê Silêmaniyê.

Her weha di wê barê de, kasipkarekî kurd bi navê Karwan Elî Babîr li bajarê Silêmaniyê wêneyek li gel Feyd Îsawî ku wek dirêjtirîn mêr e li Êraq û Asyayê ye ku di rûpela xwe ya facebookê de weşandibû û nivîsîbû ku ew peyê dirêj ê Êraqê ji xwe re li nav bazarê digeriya û xelkê jî lê kombibûn û wêne bi wî re digirtin ji ber ku dirêjahiya wê balkêû bû.

Tê zanîn ku Feyd Îsawî dirêjahiya bedena wî 2 mitir û 37 s.m ku di asta êraq û Asyayê de yekmîne û di cîhanê de jî duyemîn kesê dirêj e, ew jidayîkbûna 1990 li parêzgeha Dîwaniyê hatiye dinê û derçûyê zanîngeha Kofê beşa yasa ye.

PUKmedia

 

 

 

2/1/2021 20:42:00