Kazimî û Pompeo amadekariyên diyeloka stiratîcîk gotûbêj dike

Serokê Encûmana Wezîran Mistefa Kazimî bi telefonê ligel wezîrê derve yê Amerîkayê Maik Pompeo li ser hevkariya aborî û siyasî û ewlehî  a di navbera herdu dewletan de gotûbêj kir.

Ofîsa serokwezîr di heyama belavokekê de ragihand ku Kazmî û Pompeo di peywendiya telefonê de li ser kirîza aborî ya cîhanî û bandora wê li ser bihaya naftê û Êraqê ,herwiha rêya çareseriya wê yekê de gotûbêj kirin. Derbarê amadekariyên ji bo destpêkirina danûstandinên stiratîcîk di navbera herdu dewletan de gotûbêj kirin.


PUKmedia

23/5/2020 09:55:00