Bi wêne, kongireya navnetewê bo Rojava

Konferansa navnetewê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê birêve çû hîn jî dirêjpêdere.

Duh roja 11-12-2019`an, li bajarê Broksilê paytexta Baljîkayê kongireya navnetewî ya ji bo Bakur-Rojhilatê Sûriyê birêve çû û îro roja duyemîn e tê de gelek babetên girîng li ser dagîrkirina navçeyên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Tirkiyê ve û reftarên komên çete ên girêdayî Tirkiyê tev hatin şirovekirin.

Her weha di wê konferansê de, rawêjkarê mezin ê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd, Sekreterê giştî yê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd Mihyedîn Şêx Alî, serokê Rewangeha Mafên Mirovan Ramî Ebdurihman jî beşdarî wê onferansê bûne.

PUKmeda

12/12/2019 13:56:00