Mazlûm Kobanî: HSDê û Hevpeymaniya Navdewletî lihev kirin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD), General Mazlum Kobanî ragihand ku, HSD û Hevpeymaniya Navdewletî li hev kirine.

General Mazlum Kobanî di weşanekê de li ser twîtterê ragihand, ku HSD û Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê piştî hejmarek zincîre civînan li ser destpêkirina hevkariya hevbeş a li dijî DAIŞê li hev kirine.

Mazlûm Kobanî diyar kir, ku piştî hejmarek civînan li gel fermandeyên hevpeymaniya Navdewletî, HSD bernameya hevbeş a bi hevpeymaniyê re li dijî DAIŞê û parastina ewlehiya bingehên li bakurê Rojhilatê Sûriyê dest pê dike.

PUKmedia

7/11/2019 09:35:00