Serokkomar pêşwazî li balyozê Amerîkî kir

Duh Yekşemê 18-8-2019`an,li bajarê Bexdadê Serokkomarê Êraqê D.Berhem Salih pêşwazî li balyozê Amerîkî li Êraqê Matthew Theoller kir .

Di hevdîtinê de herdu aliyan li ser rêyên bihêzkirin û xurtkirina peywendiyên di navbera herdu dewletên dost de gotûbêj kirin û her weha li ser pêşxistina hevkariyê di gelek war de jî axifîn.
Li ser rewş û pêşketinên li hola Herêmî û Navdewletî jî axifîn ,tekez li ser pêwîstiya kêmkirina lihevketinê kir û pişt bi diyelogê  û xortkirina hevkariya ewlekariyê kir da ku alozî li navçeyê bidawî bêt û aştî û aramî belav bibe.

PUKmedia

19/8/2019 09:24:00