Ocalan; Şer ti pirsgirêkan çareser nake

Ocalan di peyama xwe a dawiyê de wiha got; Şer ti pirsgirêkan çareser nake.

Mihemed Ocalan birayê biçûk ê serokê Partiya Karkerên Kurdistanê Abdula Ocalan di serdana xwe ya dawî de, aşkire kir ku Ocalan dibêje bi riya şer û ceng ti pirsgirêk çareser nabin û bi rijandina xwînê doza kurd çareser navbe û ew amade ye ku aştiyê bide pêş.

Ocalan di dirêjahiya peyama xwe de, amaje bi ziyanên şer di navçeyê de dike ku wê hem ji bo gelên di Tirkiyê de û ên ku di Sûriyê de ziyaneke mezin bide û ji ber wê jî, bi şer ti pirsgirêk çareser nabin.

Ocalan da zanîn ku ew amadeye ku erkên xwe bi cih bîne tako aramî û aştiyê berqerar bike ji bo doza kurdî bi bê xwîn rijandin bê çareserkirin û pêwîsta ku li cihê cengê aştî be.

PUKmedia

17/8/2019 19:13:00