Pirsûs; Kurdistanê, şanda Emerîka û Tirkiyê li hev civîyan

Li bajarê Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, bi mebesta avakirina devera aram li bakûra rojhilata Suriyê şanda Emerîka û Tirkiyê li hev civîyan.

Şanda Emerîka ya ku ji şeş fermandeyên leşkerî pêk dihêt, li navçeyên Pirsus û Kanya Xezalan ya ser sinûrê Rojavaya Kurdistanê, dest bi xebata xwe kirin, ji bo ku navendeke karê hevpişik li gel Tirkiyê ava bikin, serdana gelek avahîyan û xalên taybet kirin.

Li gorî nûçeyên ragehandina Tirkiyê, şanda Emerîkayê dûhî hevdîtin li gel hevpîşeyên xwe yên Tirkiyê li Pirsusê kirin û ji wir jî, derbazî bajarê Dîlokê bûn.

PUKmedia

13/8/2019 17:03:00