MSDê bi wezareta derva ya Amerîkayê re civiya

Encûmena Sûriye Demokratîk (MSD)ê bi wezareta derva ya Amerîkayê re civiya.

Di wê barê de, kordînesyonê ragihandina MSDê li Ewropayê Îbrahîm Îbrahîm ji bo PUKmedia`yê daxuyaniyeke taybet da û wiha ragihand; Duh roja Şandeke bilind ê nûneretiya Encûmena Sûriye Demokrat (MSD)ê ku li Washingtonê nîştecihine, serdana wezareta derva ya Amerîkayê kir û ji alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê Jhol Rêbrin ve hat pêşwazî kirin.

Di derbarê pêkhatina endamên şandeya Rojavayê Kurdistan de, Îbrahîm Îbrahîm di dirêjahiya axivtina xwe ji PUKmedia`yê re got; Ew şande ku pêkhatibû ji xanim Sînem Mihemed û Besem Îshaq nûnerên hevbeş ên Encûmena Sûriye Demokrat li Amerîkayê ku navenda wan li Washingtonê ye.

Kordînasyonê ragihandina MSDê di dawiya daxuyaniyê de wiha aşkire kir; Wê hevdîtina du qolî de, her du aliyan li ser rewşa dawî a li Rojavayê Kurdistan û Sûriye û navçeyê bi giştî gotpûbêj kirine, bi taybet derbarê ew gef û xweamedekirina artêşa Tirkiyê ji bo Rojhilatê Firatê û Bakurê Sûriyê tev hatin rojeva hevdîtina wan.

PUKmedia-Hozan Efrînî

30/7/2019 13:00:00