Agir bi Kampa Aştî ya Silêmaniyê ket

Kampa Aştî ya penaberan li parêzgeha Silêmaniyê agir pê ket.

Îro roja çarşemê 3-7-2019`an, jêdereke agahdar li wê deverê ji PUKmedia`yê re ragiahnd; Li kampa Aştî ya Penaberan ku ser bi parêzgeha Silêmaniyê ye agir pê ket.

Di wê barê de, jêdereke agahdar ji PUKmedia`yê re ragihand; Di kampa Aştî ya penaberan ku girêdayî bajarê Silêmaniyê ye derencama kontaka kerebeyê agir pê ket .

Wê jêderê ku nexwest navê xwe bîne ser ziman ji PUKmedia`yê re aşkire kir ku di encama ba û bahoza bihêz de, agirê vêketî ber bi konên din ve jî çû ku bû sedema şewtandina 5 konan ku tev di kampa Aştiyê de ne.

PUKmedia

3/7/2019 19:23:00