YNKê beşdarî merasîma sondxwerina serokê Herêmê dibe

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)ê beşdarî merasîma sondxwerina serokê Herêmê dibe.

Bi vexwendineke taybet ji Politburoya PDKê ve, YNKê ji bo beşdarîkirina li merasîma sondxwerina serokê Herêma Kurdistanê yê hilbijartî Nçîrvan Barzanî dibe.

Di wê barê de peyvdarê fermî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Letîf Şêx Omer aşkire kir ku li ser bingeha vexwendina fermî yê politburoya PDKê şandeyeke ji politburoya YNKê wê beşdarî li merasîma sondxwerina serokê hilbijartî yê Herêma Kurdistanê bike ku wê di roja sêşemê 10-6-2019`an de birêve biçe.

PUKmedia

9/6/2019 17:03:00