Efrîn; 2 ciwan hatin şehîdkierin

Li Herêma Efrînê 2 ciwanên kurd ji aliyê çeteyên opozisyona Sûrî ve hatin şehîdkirin.

Wek hat zanîn ku ew her du ciwanên kurd ên Efrînî Ebdurihman Şêx Bîlal 38 salî û Henan Henan Hisên 35 salî ku di çar riya Mabate de hatine şehîdkirin.

Wek Dr. Kemîran Hesen endam serkirdeyetiya Partiya Demokrta a Pêşverû ya Kurd li Sûriye di rûpela xwe ya Facebookê de amaje bi şehîdbûbna wan herdu ciwanan dike ku ji aliyê komên çete ên ser bi opoziayona Sûrî ve hatine şehîdkirin ku yek ji wan ciwanan xaletiyê wî ye.

Dr. Kemîran Hesen ji kurdên ku di nava opozisyona Sûrî de endam in û bi wan re dixebitin xwest ku êdî piştî tawanên wan li dijî Efrîniyan dest ji koalisyona Sûrî berdin.

PUKmedia

8/6/2019 15:49:00