Duhok; 5 kes ji malbatek jiyan ji dest dan

Li Şêxanê ya girêdayî Duhokê di buyereke hatûçûnê de 5 kesan jiyan ji dest dan.

Şeva buhorî roja çarşemê 5-6-2019`an, li ser riya Şêxan-Baedrayê rudaweke hatûçûnê di navbera otombîlek Tirekson ê Bexdadê û otombîleke Teksî yê Duhokê de pêkaht di encamê de 5 kes ji malbatekê jiyana xwe ji dest dan.

Rêvebiriya hatûçûna Duhokê amaje bi 11 qurbaniyan dike ku 5 kesan ji yek malbatê jiyana xwe ji dest dane û ew 5 kes û ewên din ên birîndar tev veguhstine bo nexweşxaneya Duhokê ye dadweriya bijîşkî.
PUKmedia

6/6/2019 11:29:00