Êraqê 188 zarokên DAÎŞê radestî Tirkiyê kir

Hat ragihandin ku bi amadebûna nûnerên ji hikûmeta Tirkiyê û Êraqê û Rêxistinên Navneteweyî,Dadgeha Navendî ya Lêpirsînê ragihand ku Êraqê 188 zxarokên DAÎŞ radestî Tirkiyê kiriye.


Dadwer û berdevkê fermî yê Encûmana dadgeha bilind Ebdul Setar Bêriqdar di heyama belavokê ku PUKmedia`yê wêneyek jê girtiye de ragihand ku Dadgeha navendî ya lêpirsînê a berpirsyar bi lîsteya terorê û tewanberên biyanî 188 zarokên ku li şûn DAÎŞê mabûn radestî Tirkiyê kirine ku û bi riya xwe Tirkiyê wan radestî welatên wan bike.

PUKmedia

29/5/2019 12:41:00