Salvegera 31`mîn ya kîmyabarankirina gundê Werê

Salvegera 31`mîn ya kîmyabarankirina gundê Werê li Ranyayê hat bi bîranîn.

Duh roja înê li bajaroka Bîtewatê ya ser bi navçeya Ranyayê li rêveberiya Raperînê, bi amadebûna berpirsên hizbî û hikûmî û malbatên şehîdan, boneya salvegera 31`mîn a kîmyabarankirina rêjîma Bees ji gundê Werê re hat bi bîranêîn.

Hêjayî gotinê ye ku di sala 1988-5-17 gundê Werê ji aliyê firokeyên cengî ên Êraqê ve hatibûn bombebarankirin û kîmyabarankirin ku di encamê de, bêhtir ji 38 welatiyên kurd jiyana xwe ji dest dan û gelek birîndar bûn.

PUKmedia

18/5/2019 11:38:00