YNK bi rêkeftina ligel PDK ve girêdayiye

Berpirsê Desteya Kar di Boruya siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Mile Bextiyar tekez kir ku Yekîtiya Niştimanî bi peymana li gel Partiya Demokratîk ya Kurdistanê ve girêdayiye.

Di daxuyaniyake telefezyonî de Bextiyar tekez kir ku li gor hebûna têbîniyan di nav serkirdeyê û baregehan de YNK bi rêkeftina li gel PDK ve derbarê damezranddina hikûmeta nuh ya Herêma Kurdistanê de girêdayî û cidî ye.

Amaje bi wê yekê jî kir ku eger hikûmet bi sozên xwerabe dê guhartinên mezin rû bidin û welatê pêş ve biçe.

PUKmedia/Kurdsat News

12/5/2019 11:17:00