Jineke kurd namzeta şaredariya Hamburgê ye

Jineke kurd ya Bakurê Kurdistanê namzeta şaredariya Hamburgê ye.

Di dawiya meha gulanê de, hilbijartinên encûmena şaredariya bajarê Hamburgê li Almaniyê birêve diîçe û jina kurd a bi navê Aysel Ozkan ku bi regezê xelkê kurdê Bakurê Kurdistanê ye wek namzetê encûmena şaredariya Hamburgê hatiye namzetkirin û wê bi awatyekî çalak beşdarî proseya hilbijartinan bike.

Her weha biryare ku di roja 26-5-2019`an de,  hilbijartinên encûmena şaredariya Hamburgê birêve biçe ku jina kurd Aysel Ozkan li ser lîsteya Partiya Sosyalîst a Almanî hatiye namzetkirin di freksyona Altona`yê de beşdarî proseya hilbijartinên encûmena şaredariya Hamburgê dibe.

PUKmedia

1/5/2019 15:44:00