YNKê; Emê piştî wajokirinê lihev bicivin

Di daxuyaniyeke taybet ji PUKmedia`yê re YNKê ragiahnd; "Emê piştî wajokirina rêkevtina me û PDKê lihev bicivin."

Hinek kenalên ragihandinan weşandine û amaje bi wê yekê kirine ku we ye her sê aliyên kurdî li Herêma Kurdistanê ango Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan (YNK) û Tevgera Goran (GORAN) wê lihev bicivin.

Di wê barê de, peyvdarê fermî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Letîf Şêx Omer ji PUKmedia`yê re ragihand;mEm amadene ku ji bo her civînekê, lê ewê piştî wajokirina li ser rêkevtina ku di navbera me û PDKê de pêkhatibû bibe.

Letîf Omer di dirêjahiya axiftina xwe de, wiha ji PUKmedia`yê re got; Piştî ku em bi Partiya Demokrat a Kurdistanê re rêkevtina derbarê çawaniya damezrandina hikûmeta nû re wajo bikin, wê demê em amadenem ku civîna sê qolî an jî çar qolî bikin û em dikarin bi hemû aliyên siyasî ên din re jî diyalogan û civînan jî bikin.

PUKmedia-Jîner Mihemed

29/4/2019 18:59:00