Hêro Xan salvegera damezrandina KXKê pîroz kir

Siyasetvana kurd Hêro Ibrahîm Ehmed salvegera damezrandina KXKê pîroz kir.

Endama politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Hêro Ibrahîm Ehmed ji bo salvegera 43`mîn a damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurdistanê, peyameke pîrozbahiyê araseteya tevahiya xwendekarên kurd û Kurdistanê û bi taybet endam û alîgirên Komeleya Xwendekarên Kurdistanê kir.

Di wê peyamê de, Endama politburoya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNKê Hêro Ibrahîm Ehmed wiha anî ser ziman;"Bi boneya 43`mîn salvegera damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurdistanê, ez germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya we dikim û ji we re bêhtir serkevtin û berdewmbûnê dixwazim ku hûn hemû armancên xwe ên ku di xizmeta xwendekarên Kurdistanê de ne bi cih bînin û her dem serkevtî û serfiraz bin."

PUKmedia

27/4/2019 19:42:00