Kosret Resûl; Wekehevî di xwendinê de pêwîste

Kosret Resûl 43`mîçn salvegera KXK pîroz kir.

Kosret Resûl Elî di peyama xwe ya pîrozbahyê de wiha got; "Wekehevî di xwendinê de pêwîste."

Ji bo 43`mîn salvegera damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurdistanê, cîgirê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîçştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl Elî peyameke pîrozbahiyê pêşkêş kir û tê de salvegera 43`mîn ya damezrandina Komelaya Xwendekarên Kurdistanê pîroz kir.

Di wê peyamê de, germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteya Xwendekarên Kurdistanê û komelaya wan kir û daxwaz kir ku pêşxistin û serkevtin di asta xwendina xwendekarên Kurdistanê de bibe.

Di dirêjahiya wê peyamê de wiha dibêje: Komeleya Xwendekarên Kurdistanê li Kerkûkê hat damwzrandin û di serdema rêjîma Baesê de bû, di wê demê ku stem li gelê me dihate kirin bû, ev yek dide xuyakirin ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê yê herî bêhtir berevanî li Kerkûkê dike ye.

PUKmedia

26/4/2019 14:45:00