Efrîn di navbera jiyan û mirovdost û Hovdostî de

Jiyan tev zor û zehmetî û ked û erkên dijwar e.

Ji bo ku mirov bi azadî û serbestî bijî, pêwîste ku hemû rênmeyên rastiya jiyana rojane di warê kirdarî de bi cih bîne. Gelek mirov hene ji wane ku jiyan tenê çîrokeke normale û pişt re jî, mirin li bendê ye.

Di rastiyê de, mirov dikare ji bo xwe bername û projeyên girîng darijê tako bi jiyanê re hebûna xwe û nav û bangê xwe dirêjahî pê bide, ew jî pêwîste ku mirov mor û wajya xwe li ser rûpelên dîrokê bide.

J ber ku dem û roj û meh û sal û demsal û temen jî dere, lê kar û erkên pêwîst hene tako mirov her bijî, eger bi fêzîkî jî koça dawî kir, lê bi ramanî û hizrî û nav û bang dimîne û di dil û hizrê cvak û nifşên pêşerojê de her zindî dimîne.

Mirov _ giyana mirovdostî= Hov

Her tişt ji bo mirovdostiya rasteqîne ya ku we erkekê li ser milê hemû mirovekî ye. Ji ber wê jî, her kesên ku xwe bi mirov dizane pêwîste xwedî li Efrîn û doza Efrîniyan derkevin.

Efrîn rastiya gelê kurd û Kurdistanê ye, ji ber wê jî pêwîste ku hemû ew kes û aliyên kurdî û mirovdostî û demokratxwazên navneteweyî hewil bidin, li ser çawaniya fişarxistina li ser Tirkiyê û Rûsiyayê ku êdî Tirkiyê artêşa xwe û çeteyên xwe ên ku ji opozisyona Sûrî pêkhatine bi yekcarî ji axa Efrînê derxînin.

Her du dilpak û rûpakên bi wîjdan ên Efrînî

Di dema ku mirov derbarê jiyanê dipeyîve û derbarê mirovdostî û hovdostî jî dinivîse, rastiya mirovan derdikevwe hiolê. Çiqas mirovên Efrînî ku hebûn ji xwe re digotin ew Efrînî û Kurdistanî ne, lê dema ku neyaran destdirêjî li ser axa Efrînê dikirin, ew kesên ziman dirêj û xwedî gerefêt û bi giyaneke lûmpebazî tevdigeriyan, xwe ji holê wunda dikirin an jî, neyartiya xwe li hemberî gelê kurd bilindtir dikirin.

Her weha ew neyartiya wan bi bihaneya rik û kînên wan li hemberî aliyekî siyasî kurdî ku desthilata xwe berferehtire ji ên din, herdem helwesta xwe li xizmeta neyar û çetweyên ku êrişa Serîkaniyê û Tiltemir û Kobanî û Efrînê û Tileran û Tilhasilê dikirin.Lê di rastiyê de, mirovdostiya wan, kurdperweriya wan tenê bi gotin û dirûşman bû. Ew ji rastiya wealtparêziyê pir dûr û ji hovdostiyê jî pir nêzîk bûn.

Li çiyayê kurmênc wek her kes dizanin ku 2 dilpak û rûpakên me ku di nava gel û cadeyên Efrîna beheşt de digeriyan ku tev bi dilsoz , yek nemir Şêx Reşîdê Behdîna bpû, yê din jî Ednanê Cindo bû. Ew kesên Efrînî ku van herdukan nasnake, bila ji xwe re nebêje ez Efrînî me.

Helwestên Ednanê Cindo ş Şêx Reşîd

Her weha li hemberî neyartiya opozisyona Sûrî û destdirêjkirina wan li ser gundwarên Efrînê ku di sala 2013`an de destpêkiribûn, Ednanê Cindo jî helwesta xwe li hemberî komên çeteyan dijwar kir û ji wan re got: Tiz ... Herin û bichemin ji vir..

Ev helwesta Ednanê Cindo wê kok ji bîra min neçe. Ji ber ku helwesteke dilsozî û ji dil û ji çand û kultûra Efrînî bû. Her weha Şêx Reşîd jêî li bajarê Helebê, dema ku li filkeya Eşrefiyê ya Helebê dimeşe, çend lawên ereb her dem têne ser riya wî, dest bi nêzîketiyên çewt û nerewa dikin, kenê xwe pê dikin û wî nerihet dikin ku ew dizanin ev kurde û ji Efrînê ye, wê demê, nemir Şêx Reşd dest davêje kevran û ber wan ciwanên ereb ve diçe, ciwanên ereb maliq dimînin ku evê çi bike, Şêx Reşîd ji wan re dide xuyakirin ku werin em bi hev re bilîzin.

Ew ciwanên Ereb ji xwe feydikin û serê Şêx maç dikin û êdî ti carî din ew ciwanên ereb wek berê nêzîkî Şêx Reşîd nebûn, ev yek ji pakbûna peywendiyên her du kesên dilpak û rûpakên Efrînî ên behlûl e, gelê eger rewşenbîr û siyasetvanên Efrînî bi dirûstî û pakî li gorî rastiya jiyan û mirovdostî û tevbigerin, wê çawa bibe. Wê demê wê Efrîn ji bin destên neyaran zûh bi zûh rizgar bibe û ew aloziya ku niha heye, wê kok nemîne.

Derencamê nivîsa min...

Di armanca nivîsa xwe de, ez vê yekê ji wan kesên ku piştî dagîrkirina Efrînê ji xwe re bi Efrîniyan dikenin û terqên xwe bi xelkên Efrînê dikin re didim ragihandin ku êdî şerim bikin ji xwe ku hûn bi xwe re dibêjin ku hûn rewşenbîr û siyasetvanên kurdin. Efrîn ji we tevahiya mezintir û bi rûmetir e. Efrîn ya Me ye û wê vegere ji me re û wê bibe nimûneya bajarên Kurdistanê.

Lê ew kesên ku jiyana mirovan ji rastiyên heyî nasnakin û bi berdewamî di nava raman û hizrên çewt de dijîn, ew mijar ji hev dûr dikevin û wê ti encamên rast û baş ji hevdu dernexin. Ji ber ku ewê ku bixwaze jiyanê nas bike, pêwîste di serî de, pêkhatên jiyana azad û vîna azad bi hûrgulî nas bike û di warên kirdarî de bi cih bike.

Hozan Efrînî

15-4-2019

 

15/4/2019 15:38:00