Salvegera komkujiya Helebçeyê bi rêve diçe

Li parêzgeha Helebçeyê salvegera 31`mîn ya karesta kîmyabaranê tê kirin.

Di wê barê de, Wezîrê karûbarê Enfal û pakrewanan yê hikûmeta Herêma Kurdistanê ragiahnd ku wê merasîma salvegera komkujiya kîmyabaran Helebçeyê li darxin.

Wezîrê karûbarê şehîd û enfalan yê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mehmûd Salih aşkire kir ku 31`mîn salvegera komkujiya Helebçeyê wê di roja 16-3-2019`an de li dar bixin.

Di axivtina xwe ya ji PUKmedia`yê re Mehmûd Salih dazanîn ku wê di merasîma îsal de, gelek çalakiyên cur bi cur birêve biçin, wek semînar û civîn û rûniştinên danûstandin û gotûbêjkirinê li ser ew kereset û buyerên hovane ku di derheqê gelê kurd de pêkhatine de bêne lidarxistin.

PUKmedia

9/3/2019 19:21:00