15`sal bi ser Parêznameya Serok Mam Celal a Dîrokî

Wek îroj 9/2 di sala 2004`an de, di civînekî berfereh ya encûmena hukim ya Êraqê de, Sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Serok Mam Celal gotarek giring û dîrokî pêşkêşî encûmena hukim kir û têde berevanî li çespandina mafên xelkê Kurdistanê kir û ragihand û got: Pêwîste encûmena hukim, federaliya Kurdistana Êraqê pesend bike û dest bi naskirina rewşa wîlayeta pêşîn ya Kerkûkê bikinher weha rewşê wê bête normalîze kirin.

Serok Talebanî di wê civînê de ew belgeya li biryara komîteya “Hevgirtinan Netewan” xwend ku tê de dibêje, tu carî sînorê Êraqê ji çiyayê Hemrînê derbas nebûye û ji çiyayê Hemrînê û pêve Kurdistane.

Di heman demê de Serok Mam Celal nexşeyekî dîrokî ya mezin a serdema dewleta Osmanî li ser maseya encûmena hukim danî ku têde bi aşkira diyare ku Kerkûk beşek ji Kurdistanê ye.

Bi vê yekê Serok Mam Celal careke din bi zimanê gul û bi belge dîroka Kurdistabûna Kerkûkê bo encûmena hukim û ji dost û dijminan re pesend kir.

Her di nava gotina xwe ya dîrokî de Serok Talebanî dupat kir ku mafê rewa yê gelê Kurd ku zimanê Kurdî li gel zimanê Erebî bi zimanê fermî bê naskirin û yekser şûnwarê paqijiya regezî û bi erebkirina bi zorê û anîna kesên ku anîne navçeyê vegerin cihê xwe û awareyên Kurd û Tirkuman biçin şûnê xwe yê rasteqîne.

Piştî rizgarkirina Êraqê ji destê rêjîma Ba`sê, Serok Mam Celal ji endamên hukim ya Êraqê ku di mijdara sala 2003`an de serokayetiya encûmenê girte dest û di wê demê bi şiyan û hîkmeta xwe bo birêvebirina karûbarên xwe ji hemûyan re selmand her weha karî parastina mafê rewa yên gelê Kurd li Êraqê bike.

imûneyekî wê dilsoziyê parastina mafên gelê Kurd bû û ev yek di roja 9/2/2004`an de ji hemûyan re aşkir kir , her weha bi ezmûn û belge û dokomênt û nexşeyên dîrokî yên serdemên Osmanî berevanî li Kurdistanbûna Kerkûkê kir û hemû hûrguliyên wê ji hemû alî û partî û hêzan û siyasetmedarên Êraqê re aşkira kir û danîn hole. Her weha ev roj jî li wêjeya siysî û bîreweriya hemûyan de bi roja (Parêznameya mezin) hate naskirin.

Di wê parêznamê de endamê desteya serokayetiya encûmena hukim yê wê demê Serok Mam Celal daxwaz kir ku Kurd û Tirkumenên di serdema rêjmîa Serdam Husên ji bajarê Kerkûkê hatibûn derkirin vegerin bajarê xwe û rapirsiyek li ser destnîşankirina nasnameya bajêr bête kirin.

Di gotina xwe de Serok Mam Celal bi dokomênt û nexşe selmand ku Kerkûk beşeke ji Herêma Kurdistanê û nasnameya xwe Kurdistaniye.

Her weha Serok Mam Celal da zanîn ku ev gele di navbera çar welatan de hatiye parçe kirin ku ew jî (Tirkiyê-Êraq-Êran û Sûriyêye.)
Serok Mam Celal ragihand ku: Gelê Kurdistanê li sala 1925`an de bi biryarekî hevgirtina netewan (Usbet El- Umem) de bi Êraqê ve zeliqandin, her weha wê demê nûnerê Birîtanya di lijneya Usbet Elumem de jib o diyarkirina çarenivîsa wîlayeta Musilê di wê demê de aniya bîra amadevanan ku tê de dibêje: Kurdistana Başûr bi çend mercek bi Êraqê ve hatiye kirin ji wan jî:

Dibê birêveberên ev navçeyên Kurdistanî Kurd bin û zimanê Kurdî jî fermî be û rewşa Kurdistanê wek xwe bimîne.

Serok Mam Celal di wê civînê de bal kişand ku nûnerê Birîtanî Edmonz karekî weha kir ku xwe mora Kurdî ji Kerkûkê rake û nehêle û ew yek jî bi binpêkirina sozên ku Êraqê û Birîtanyayê dabûn Usbet Elumem bi nav kir.

Di beşek din ya parêznameya xwe de Serok Mam Celal ragihand: Ew sozên dabûn Kurdan ji aliyê Êraqê û Birîtanyayê ve neanîn cîh û hatin binpê kirin, kar gihîşte wê yekê ku di serdema sedam Husên de jî paqişkirina reqezî û guhastina Kurd û Tirkumenan ji lîwaya Kerkûkê hate cîbicîkirin û ereb li şûna wan hatin nîştecî kirin.

Serok Mam Celal teqez li ser mafê Kurd û Tirkumenan kiriye ku ew awareyên Kerkûkê ku ji bajêr hatin derxistin vegerin cihê bav û bapîrên xwe.

Piştî rizgarkirina Êraqê ji destê rêjîma Ba`sê, Serok Mam Celal ji endamên hukim ya Êraqê ku di mijdara sala 2003`an de serokayetiya encûmenê girte dest û di wê demê bi şiyan û hîkmeta xwe bo birêvebirina karûbarên xwe ji hemûyan re selmand her weha karî parastina mafê rewa yên gelê Kurd li Êraqê bike.

Nimûneyekî wê dilsoziyê parastina mafên gelê Kurd bû û ev yek di roja 9/2/2004`an de ji hemûyan re aşkir kir , her weha bi ezmûn û belge û dokomênt û nexşeyên dîrokî yên serdemên Osmanî berevanî li Kurdistanbûna Kerkûkê kir û hemû hûrguliyên wê ji hemû alî û partî û hêzan û siyasetmedarên Êraqê re aşkira kir û danîn hole. Her weha ev roj jî li wêjeya siysî û bîreweriya hemûyan de bi roja (Parêznameya mezin) hate naskirin.

Di wê parêznamê de endamê desteya serokayetiya encûmena hukim yê wê demê Serok Mam Celal daxwaz kir ku Kurd û Tirkumenên di serdema rêjîma Sedam Husên ji bajarê Kerkûkê hatibûn derkirin vegerin bajarê xwe û rapirsiyek li ser destnîşankirina nasnameya bajêr bête kirin.

Di gotina xwe de Serok Mam Celal bi dokomênt û nexşe selmand ku Kerkûk beşeke ji Herêma Kurdistanê û nasnameya xwe Kurdistaniye.

Her weha Serok Mam Celal, da zanîn ku ev gelê Kurdistanê di navbera çar welatan de hatiye parçe kirin ku ew jî (Tirkiyê-Êraq-Êran û Sûriyêye.)

Serok Mam Celal ragihand ku: Gelê Kurdistanê li sala 1925`an de bi biryarekî hevgirtina netewan (Usbet El- Umem) de bi Êraqê ve zeliqandin, her weha wê demê nûnerê Birîtanya di lijneya Usbet Elumem de jib o diyarkirina çarenivîsa wîlayeta Musilê di wê demê de aniya bîra amadevanan ku tê de dibêje: Kurdistana Başûr bi çend mercek bi Êraqê ve hatiye kirin ji wan jî:

Dibê birêveberên ev navçeyên Kurdistanî Kurd bin û zimanê Kurdî jî fermî be û rewşa Kurdistanê wek xwe bimîne.

Serok Mam Celal di wê civînê de bal kişand ku nûnerê Birîtanî Edmonz karekî weha kir ku xwe mora Kurdî ji Kerkûkê rake û nehêle û ew yek jî bi binpêkirina sozên ku Êraqê û Birîtanyayê dabûn Usbet Elumem bi nav kir.

Di beşek din ya parêznameya xwe de Serok Mam Celal ragihand: Ew sozên dabûn Kurdan ji aliyê Êraqê û Birîtanyayê ve neanîn cîh û hatin binpê kirin, kar gihîşte wê yekê ku di serdema sedam Husên de jî paqişkirina reqezî û guhastina Kurd û Tirkumenan ji lîwaya Kerkûkê hate cîbicîkirin û ereb li şûna wan hatin nîştecî kirin.

Serok Mam Celal teqez li ser mafê Kurd û Tirkumenan kiriye ku ew awareyên Kerkûkê ku ji bajêr hatin derxistin vegerin cihê bav û bapîrên xwe.

 

PUKmedia

 

 

9/2/2019 09:44:00