Nîlkson; Herêma Kurdistan serkevtî ye

Wezîrê darayî ya Herêma Kurdistanê dragihand; Aboriya Herêma Kurdistanê di qonaxa geşekirinê de ye.

Wezîrê darayî ya Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan di hevbdîtina xwe li gel şandeya Brîtanî de ragihand; Herêma Kurdistanê ji aliyê aborî ve, vejandineke berfereh li xwe girtiye û pir geşekiriye.

Îro roja çarşemê 28-11-2018`an, li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê, wezîrê darayî ya Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemelan pêşwazî li nûnerê taybet yê serokwezîrê Brîrtanya û şandeya bi wî re kir.

Di wê şandeya Brîtanî de, her yek ji nûnerê taybet yê serokwezîrê Brîtanî Baronîs Nîlkson û balyozê Brîtanî li Êraqê Jhon Wîklis û Konsilê Brîtanî li Herêma Kurdistanê Martin War û şandeya bi wan re bûn.

Di wê hevdîtinê de, Baronîs Nîlikson serkevtinên Herêma Kurdistanê li ser rewşa berê derbasbûne de, pir bi girîng zanî û rola wezareta aborî jî bilind nirxand, bi taybet ewê ku têde çaksazyên mezin tên kiirn ku di heyama salekê de pir tişt çareserkirin û alîkarî û karhêsanî ji bo kompaniyên Brîtanî kirin e.

PUKmedia

28/11/2018 18:28:00