Hesekê: Gunda Jînwar taybet bi jin ê hate avakirin

 Piştî du sala ji damezrandin ê,li bajar ê Hesek ê gunda Jînwar a taybet ji Jinan re di roja Cîhanî ji rawestandina tundûtûjiyê li dijî Jin ê de hate avakirin û vekirin.

Rêvebertiya li ser Gund Heval di heyama dexuyaniyeke Rojnamevanî de ku PUKmedia`yê dişopand de ragihand ku di gund de hemî xuzmetkujzeriyên serekî hatine peydakirin,destnîşan kir ku gund ji 30`malan pêk tê ku jinên ku mêrên xwe şehîd ketine yan jî berdayîne ji bajarokên Şedadî ,Til Temir , Kobanî , û Dirbesiyê ne li gel zarokên xwe tê de dijîn.

Di dewamiya axaftina xwe de Heval da zanîn ku di nav gunda Jînwar ê de navenda Tenduristiyê û Dibistanek ji Jin û zarokan re hatiye avakirin, 200 serî mî ji ber veberhênan ê jî têde hene, amaje bi wê yekê jî kir ku nabe ku mêr têkevin gund û têde razin bes eger mîvan be dikare serdan bike lê nabe ku li wir raze.

PUKmedia

26/11/2018 11:24:00