Armancgirtina Kerkûk û Efrînê jinavbirina doza kurd e

Di roja sêşemê 16-10-2018`an, di kenala Kurdsatnwesê de, me derbarê rewşa Kerkûk û Efrînê şîrove kir.

Naveroka hevpeyvîna Kurdsatnewsê bo Kerkûk û Efrînê bi min re, mijarên ku hatiye şirovekirin jî ev in;

Di derbarê xwendina min li ser projeya refrendoma Herêma Kurdistanê ya 25-9-2017`an û bandora wê ya erênî û nerênî li ser rewşa Kurdistan bi gişûtî pû Herêma Kuridstanê bi taybetî? di naveroka bersiva min de; Refrendom mafe û bi taybet ji bo gelê bindest û di serî de kurd, tako mirovên bindest bi azadî nerînên xwe bi vîna xwe ya azad destnîşan bikin û derbibirin, refrendom riya herî rewa ye, ev jî di xalên azadiya gelan ya Neteweyên Yekbûyî de hatiye û kar pê kirine..

Lê bi nêrîna min, ew Refrendoma li Başûrê Kurdistanê, hem cih û hem dem û hem rewşa siyasî kok nelihevbû. Ji ber ku hemû neyarên gelê kurd di heman demê de, lihevdu kom dibûn, projeya têkdana refrendomê amadedikirin, Rojane Erdoxan gef li Herêma Kurdistanê dikir, ecnîdeyên xwe dixiste ger, serdaneke taybet bo Êranê kir û ligel berpirsên bi bnandor civiya û dest ji gelek armancên xwe berda, tenê ji bo ku Êran rê nede bi refrendomê wek dilê kurdan bibe.

Îsraîlê çend caran beriya refrendomê daxuyaniyên piştgiriya dewleta kurdî dida, çalakvan û rewşenbîrên nêzîkî wê, di hemû hevpeyvîn û nivîsên xwe de, digotin Îsraîl û hemû cuhiyên ser zevî palpişta kurdan e û wê piştgiriya dewleta kurdî ku piştî refrendomê bê ragiahndin bike, lê dema ku qiyameta welatên derdorê û neyaran bi ser gelê kurd de hat, ne yek Îsraîlî dengê xwe nekirin û piştgiriya kurdan nekirin wek çawa di serdema nemir Mela Mistefa Barzanî de ku wê demê jî digotin em bi dewleta kurdî re ne, lê dema rêkevtina Cezayêrê ku li dijî şoreşa kurdî bû, xwe bê deng kirin. Ji ber vê yekê jî, pêwîste aliyên kurdî di rewşên wiha hestyar de, pir hişyar bin.

Ji aliyê navxweyî kurdî de jî, Parlemana Kurdistanê ji karketibû, alozî di navbera aliyên siyasî kurdî de pir bilind bibûn, heya dema ku hinekî berhev hatin û parleman bikarkirin, rewşa siyasî ya projeya têkdana refrendomê berferehtir û garantir bû, neyaran yekrêziya xwe xurtir Kirin û yekrêziya kurd jî gelek aloz û lawaz bû, projeyên pêşerojê tune bû.

Li piraniya welatên cîhanê parleman biryar dide, lê mixabin li Kurdistanê partiyên siyasî biryara refrendomê bi bê parleman dan. Biryara refrendomê, bi awayekî qistan dibû, ji ber ku mala kurd perçe perçe bû, nelihev bû.

Derbarê girêdana pirsa Kerkûk û Efrînê de, bersiva min wiha bû; Sedema bi armancgirtina Efrîn û Kerkûkê ewe ku girîngiya ciyopolitîk û stratîjiyeta herdu bajaran ji bo dahatoya Kurdistanê heye. Mirov dikare wiha ji bo her du bajaran binirxîne; "Armancgirtina Kerkûk û Efrînê jinavbirina doza kurd e".

Ji ber ku ew her du bajar ji girîngtirîn navçeyên Kurdistanê ne ku Kerkûk navenda vejandina aborî û jêr xana Kurdistanê ye, xwedî petrol û xaza xwezayî ye, di heman demê de, Efrîn jî navenda geştyarî û deriyê Kurdistanê ber bi cîhanê ve ye ku bi milyonan darên zeytûn û hinaran tê de ye, perestgeha Mar Maronê cîhanî jî tê de ye, kelûpûrên Horî û Mîtanî û Romanan jî tê de ye,.

Rûsiya her ji serdema Yekîtiya Sovyeta berê ve û heya roja îro neyartiya doza kurd kiriye, sedema wê yekê jî, berjewendiyên tang ên desthilatdariya xwe ye. Bo nimûne Rûsiya wek çawa artêş xwe ya sor ji Komara Muhabadê paşvekişand û Komara Kurdistanê radestî Êranê kir û rûxand, bi heman awayî li Efrîn ê jî, heman karê qirêj encam da û Herêma Efrîn ya azad radestî Tirkiye kir.

Em hemû dizanin ku li gor rêkevtina Rûsiya û Emerîkayê jêr masê, di sala 2013`an de, Sûriye kirine 2 parçe, Rojava-Rojhilatê Firatê anîn holê, Rojavay Firatê ya Rûsiya yê ye û rojhilatê Firatê jî ya Amerîkayê ye.

Lê piştî ku Emerîka di piştgiriya YPGê li berxwedana Kobanê de bi serket, Amerîka dikarî derbasî bo nava Rojava û bakurê Sûriye bibe, Amerîka dikarî li gel aliyên Xweseriya kurdî cihê xwe baş bigre û ne tenê li rojhilatê Feratê, her kli rojavayê Firatê jî ango Munbic û Tebqayê jî kir meydana desthilatiya parastina xwe, armancên Amerîka bi kurdan re ango Rêveberiya Xwesr re builindtir bû, berê xwe didin Efrîn û Idlib û deryaya spî. Lê vê yekê Rûsiya tore û tevlî hev kir, ji ber rêgirtin li deriyê bazirganiya kurdan û Amerrîkayê bi deryaya sipî ya naverast û Cîhanê re, Efrîn radestî Tirkiye kir.

Derbarê rola kenalên ragihandina kurdî û Kurdistanî û bi taybet li Herêma Kurdistanê ji bo piştgiriya Efrînê û derxistina kiryarên çeteyan li dijî welatiyên Efrînê, di serî de min Spas kenala Kurdsatnews û PUKmedia’yê ku Efrîn hemû Rojê di rojeva nûçe û raportên wan de ye. Ev helwesta Kurdsatnews û PUKmedia`yê cihê rêz û pêzanînê ye.

Lê Mixabin kenalên Herêma Kurdistanê, bi yekcarî Efrîn ji rojeva nûçe û raportên xwe kok derxistine. Ez bawerim ku Efrîn ne di bin destê Tirkiyê de ba, ragihandina kurdî wiha nêzîk nedibûn. Wê wek mijara berxwedana Kobanê xwedî helwest bûne, lê ji ber ku Tirkiyê Efrîn dagîrkiriye û ew çeteyên opozisyona Sûrî girêdayî Tirkiyê ne, ew we xwe nîşandidin ku ti agahiyên wan li Efrînê tune ye, dibe ku Efrînê ji nexşeya ragiahndinên xwe jî derxînin.

Ji ber wê jî gelek caran min vedixwînin bername û nûçeya ez napejirînim gotina min ji wan re; Heya ku mijara we ne Efrîn be, ez beşdarî ti bername û nûçe yan nabim.

Derbarê pirsyara ku gelo rewşa Efrînê ber bi ku ve diçe? Min wiha anî ser ziman; Rewşa pir xerape, Efrîn ber bi metirsiyên bê wêne û pir xerap ve diçe, mixabin aliyên siyasî kurdî û Kurdistanî û ragihandinên wan wek pêwîst rol û erkên xwe nabînin û dikarim bêj im ku di vê demê de, Efrîn dagîrkirî ye û ber bi rewşeke pir metirsîdar de derê, lê mixabin bê kes ma ye.

Her weha rojene dar û daristanên Efrînê agir pêdixin dişewtînin û ji aliyekî din ve jî, jêdikin û hildikin û dikin bi êzing û difroşin bi Idlibê û Azazê û Babê û Cereblusê ji bo zivistanê. Xelkê Efrînê yên resen ji hemû berhemên xwe, zeytûn, henar, genim, çelem û nok û nîskan jî bê beş bû ye, xelkên ereb û tirkmanên ku ji Gota, Dumêr, Humis û Der`a`yê hatine, bûne xwediyê her tiştî û xelkên Efrînê wek girtiyan di malên xwe de nikarin ne derkevin û ne jî ti karî bikin.

Di dawiyê de, derbarê çareseriya rewşa Efrînê, min wiha şirove kir; Çareseriya Efrînê girêdayî ye bi rêkevtineke navneteweyî wek çawa rêkevtina Stanayê ji bo radestkirin û dagîrkirina Efrînê pêkhatibû ye, ji bilî wê yekê, ti çareseriyên din tune neye.

Hozan Efrînî

PUKmedia

17/10/2018 16:06:00