Resûl pêşwazî li balyozê Birîtanî kir

Li Silêmaniyê Kosret Resûl Elî pêşwazî li konsilê Birîtanî kir.

Îro roja çarşemê li bajarê Silêmaniyê, cîgirê sekreterê giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Kosret Resûl Elî pêşwazê li balyozê Birîtanî li Êraqê John Wîklis û konsilê Birîtanî ê li Herêma Kurdsitanê Martin War kir.

Di destpêka hevdîtinê de, bi boneya serkevtina Dr. Berhem Salih di hilbijartinên namzetê serokkomariya Êraqê, Balyozê Birîtanî germtirîn pîrozbahiyên xwe û welatê xwe arasteya cîgirê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdsitanê kir.

Di wê hevdîtina du alî de, herdu aliyan li ser pêkhatina hikûmeta nû ya Êraqê gotûbêj kirin ku ew hikûmet bibe umêda hemû Êraqiyan ku tê de hemû aliyên siyasî û pêkhatên Êraqî cih tê de bigrin.

Di dawiyê de, cîgirê sekreterê giştî Kosret Resûl, ji balyozê Birîtanî li Êraqê John Wîklis û konsilê Birîtanî ê li Herêma Kurdsitanê Martin re, derbarê rewşa dawî û guhertinên li navçeyê û herêmê de şirove kir û di heman demê de, daxwaza hevrêziyê bi awayekî bihêz û berferehtir kir.

PUKmedia

10/10/2018 19:32:00